TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îro qedexeyê danîn ser 13 gund û mezrayên Bedlîsê

Admin M
Nivîskar
📅 19 mijdar 2021 03:59

PeyamaKurd – Ji îro û heya wextekî ne diyar li bajarê Bedlîsê, parêzgeh qedexeya derketina derve danî ser 13 gund û mezrayên girêdayê wan. Qedexe bi sedema operasyonên ser PKK ê hat danîn û heya fermanekî dinê wê ti kes ji van gund û mezrayan dernê derve û nekeve gundan.

Gundên qedexe ji bo wan hatiye ragihandin ev in:

Ziyaret, Esen, Kayadağ, Karbastı, Dilek, Sarpkaya, Kaşak, Taşlıdere, Ocakbaşı, Tolgalı, Sivrice, Açıkalan û gundê Salman û temamê mezrayên bi ser wan ve.

Qedexe îro an ku pêncşemê ji siet 17.00 heya wexteka ne diyar hatiye danîn.

Parve bike: