Îro roja wefata Îhsan Nûrî Pasa ye (1893-25 adar 1976)
PeyamaKurd – Îhsan Nûrî Paşa fermandarê giştî yê Berxwedana Agiriyê ye. Berya fermandariyê di gelek wezîfeyan de xebitiye. Ji xelkê Bedlîsê ji eşîra Cibran e. Xwendina xwe li bajarê Bedlîsê xwendiye. Paşî diçe bajarê Ezirganê û li wê derê Ruşdiya leşkerî dixwîne. Li Ezirganê xwendina ruşdiyê diqedîne û diçe Îstenbolê li wê derê di sala 1910 an de Herbiyê diqedîne û dibe zabitekî dewleta Osmaniyan.
Li eniya Arnawûtlûkê û Yemenê dimîne. Di şerê cîhanê yê yekem de li cepha Qafqasyayê li dijî Rûsan şer dike. Li bajarê Bazîdê dimîne. Piştî şerê cîhanê xebatên xwe di Rêxistina Tealiya Kurdistanê de dewam dike. Di sala 1919 an de di kovar û rojnama Jîn ê de dinivsîne.
Zabitên dewleta Osmaniyan baş dinase ji ber li Îstenbolê dibe fermandarê giştî yê Xarzînoyan.
Di sala 1924 an de li Bişêriyê fermandare. Dema wê tevgera Beytuşebabê destpêbike diçe Beytuşebabê û li Bişêriyê temamê leşkerên xwe terxîs dike. Serpereştê komîta Îstîqlala Kurdistanê ya şaxê Sêrtê ye. Li Beytuşebabê tevgera wan têkdiçe û bi hevalên xwe yên zabit re derbasî başûrê Kurdistanê dibe. Pê re Rasim, Xurşid û Tewfîq Cemîl hene û tev sûbay ne. Li cem mala Seyîd Tahayê Nehrî yê qeymeqamê Rewandizê dimîne. Seyîd Taha biraziyê Seyîd Abdulqadirê Şêx Ubeydullahê Nehrê ye.
Di wexta serhildana 1925 an de diçe Wanê Sarayê lê tevger têkdiçe. Paşî diçe Îran û Sûriyê. Di sala 1927 an de wexta Xoybûn tê avakirin dibe serpereştê leşkerî yê serhildana Agiriyê. Heya payîza sala 1930 an li Agirî şer dike û paşî têkçûna şer bi Ferzende Begê Hesenî, bi Nadir Begê Kor Huseyîn Paşa û Şêx Zahir re derbasî Îranê dibin. Di nava xelkê de weka Teyrê Araratê tê naskirin.
Bi Yaşar xanim re dizewice lê zarokên wan çênabin. Di sala 1976 an de di 18 ê adarê de li Tehranê motorsîkletekî lê dixe û wî dibin nexweşxanê. Di rojekî weka îro de di 25 ê adara sala 1976 an de diçe ber rehma Xwedê.
Li ser Îhsan Nûrî û Serhildana Agiriyê gelek pirtûk hatine nivîsandin û pirtûka Îhsan Nûrî Paşa bi xwe jî heye. Hinek ji wan pirtûkan evin:
-Rohat Alakom, Hoybûn Örgütü ve Ağrı Ayaklanması, 1998, Avesta Yayınları.
-İhsan Nuri Paşa, Ağrı Dağı İsyanı, Med Yayınları, İstanbul, 1992.
-İhsan Nuri Paşa, Kürtlerin Kökeni, (çeviren: M. Tayfun) Yöntem Yayınları, İstanbul, 1997. (Di 1955 an de cara yekem li Îranê bi Farisî hatiye weşandin.
-Cemil Gündoğan, 1924 Beytüşşebap İsyanı ve Şeyh Sait Ayaklanmasına Etkileri, Komal, İstanbul, Ağustos 1994.
-M.Kalman, Belge, tanık ve yaşayanlarıyla Ağrrı Direnişi 1926-1930, Pêrî Yayınları, Ekim 1997, ISBN 975-8245-01-5
-Mehmet Kemal Işık (Torî), 'İhsan Nuri Paşa', Ünlü Kürt Bilgin ve Birinci Kuşak Aydınlar, Sorun Yayınları, İstanbul, Kasım 2000, ISBN 975-431-111-0, s. 169-173.