TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îro salvegera kiryarên xwekujiya 1ê Sibatê ye

Admin L
Nivîskar
📅 01 sibat 2021 15:01

PeyamaKurd – Îro salvegera şehîdbûna serkirde û Pêşmergeyên Kurdistanê li Hewlêrê ye..

Terorîstan, roja cejna qurbanê ya di 01. 02. 2004an de, 2 teqînên xwekujiyê li Liqa 2 ya PDKê û li Melbenda 3 ya YNKê, pêk anîn.

2 endamên rêxistina El Qaîdêyê ew teqîn pêk anîbûn û di encamê de 101 serkirde û Pêşmergeyan can dabûn. Herwiha bi dehan hemwelatî jî birîndar bibûn.

Serkirdeyên siyasî bi minasebeta cejna qurbanê, li her du baregahan,  cejna millet pîroz dikirin. Li gor zanyariyan, rêxistinên îslamî serkirdeyên Kurd kirin armanc.

Li parka Sami Abdurrahman ku ew bi xwe jî şehîd bibû, peykerek momentek hatiye çêkirin û navê 101 şehîdî lê hatiye nivîsandin. Di 1ê Sibatê de ew şehîdên Kurdistanê tên bîranîn.

Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalbûyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanêİ di 17emîn salvegera kiryarên xwekujiya 1ê Sibatê de, daxuyaniyek belav kir û teqez kir, xwîna şehîdan û qurbanên karesatê bûne hêvinê zêdetir bihêzkirina ruhê pêkvejiyan û yekrêzî û yekitiya gelê Kurdistanê.

Daxuyaniya Wezareta Karûbarê Şehîd û Enfalbûyan de hat destnîşankirin, ji ber rewşa tenduristî û bi armanca parastina tenduristiya kesûkarê şehîdan, merasîmên taybet ji bo vê rojê nayên kirin.

Parve bike: