Îro Salvegera Komkujiya Gelîyê Zîlanê ye: 15 Hezar Kurd hatin qetilkirin!
PeyamaKurd - Di dema Serîhildana Agiriyê de, di roja 13yê Tîrmeha 1930yî de leşkerên dewleta Tirkîyeyê li Geliyê Zîlanê bi ser gundên Kurdan de girtin û jenosîdeke mezin pêk anîn.
JIN, ZAROK Û YEXTIYAR JÎ DIN NAV DE 15 HEZAR KURD HATIN QETILKIRIN
Jenosîd bi fermandariyê Kolordiya Dewleta Tirkiyeyê General Salih Paşa hat li dar xistin. Li gorî daneyên dewletê yên fermî, herî kêm 15 hezar, li gorî çavkaniyên heremî 4-5 qat zêdetirê wê hêjmarê Kurd di wê komkujiyê de tên qetilkirin ku di nav wan de gelek zarok, jin û yextiyar jî hebûn.
BI ROJAN LI DER Û DORA WAN CENAZEYAN NOBEDÊ DIGRIN KU TU KES NEÇE SER CENAZEYÊN XWE
Fermandarê komkujiyê Dervîş Beg ferman dide yên ku di bin cenazeyan de zindî mabin zarok be jî gerek yek bi yek bên kuştin. Bi rojan li der û dora wan cenazeyan nobetê digrin ku tu kes neçe ser wan cenazeyan û kesên ku bi awayekî di bin cenazeyan de sax mabin, wan jî bikujin. Yên ku birîndar bûne û yên ku di bin cenazeyan de gule rast li wan nehatiye û sax mane dema ku hewl didin birevin piraniyan wan tên kuştin. Lê kêm be jî piştî çend rojan yên ku ji bin cenazeyan zindî rizgar dibin jî hene. Ew jî bi salan ji dewletê direvin û xwe vedişêrin. Yên ku dikevin dest dewletê tên qetilkirin.
JI BO HOVÎTIYA XWE VEŞÊRIN HERÊM QEDEXE KIRIN
Ji bo komkujiyan wan bi hemû heqîqeta xwe neyê fêmkirin Geliyê Zîlanê weke herêma qedexe îlan dikin. 20 sal tu kes nikare bikeve wê heremê û li hestiyên miriyê xwe xwedî derbikevin. Di sala 1950î de di serdema hikumeta Menderes de qedexe radibe. Lê dîsa jî nahêlin Kurd herin di wan gundan de bi cih bibin.
Geliyê Zîlanê 20 km li başûrê Erdîşa Wanê ye. Piraniya gundan li der û dorê çemê Zîlanê ne. Ew herêma xweş û rengîn a ku bi hezaran sal e cih û war e Kurdan bû, dikin wargeha koçberên Afganî û Tirkên Kirgiz. Di sala 1980yî de dewleta Tirk koçberên Afganî û hinek Tirkên Kirgiz tîne di wan gundên Kurdan de bi cih dike.