TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îro salvegera wefata Mam Celal Talabanî ye

Admin L
Nivîskar
📅 03 cotmeh 2020 13:52

PeyamaKurd – Îro, salvegera wefata Serokomarê Iraqê yê berê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Mam Celal Talabanî ye.

Serokomarê Iraqê yê berê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştimanî yê Kurdistanê, Mam Celal Talabanî (84) di 03.10.2017an de, li Almanyayê wefat kir.

Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talabanî, di 17ê Kanûna 2012ê li Bexdayê xwînbûna mejî derbas kiribû û rewşa wî ya tendurustiyê têk çûbû, paşê ji bo çareseriyê bo nexweşxaneyeke Almanyayê hatibû şandin.

Piştî dermankirinê Talabanî, di 19-07-2014an de vegeriyabû Silêmaniyê. Pişt re careke din bi mebesta çavdêriya pizîşkî Celal Talabanî bo Almanyayê û paşê jî bo Nemsayê hatibû şandin û di Îlona 2016ê de jî vegeriyabû Silêmaniyê û di 11-09-2017ê de dîsa çûbû Almanyayê.

Mam Celal Talabanî 12 ê Mijdarê sala 1933 an li Kurdistana Başûr li bajarê Koyê hat dinyê. Perwerdeya seretayî li Koyê, lîse jî li Hewlêr û Kerkûkê xwend. Hîn sala 1946 an 13 salî bû, ew kete nav komeleyek xwendekarên Kurd. Paşê bû endamê komeleya xwendekarên alîgirên KDPê. Di 18 saliya xwe de ket nav refên pêşengiya navenda Partiya Demokrat ya Kurdistanê (KDP).

Celal Talabanî, piştî li Zanîngeha Bexdayê beşa hiquqê qedand, bû parêzer.  Xortaniya Celal Talabanî bi siyaset û bi pêşmergetiyê derbas bû. Celal Talabanî, di destpêka salên 1950î de, di nav refên KDPê de dest bi siyasetê kirîbû û di nav partiyê de di demek kurt de, wî di nav qedroyên pêşî de cihê xwe girt.

Di sala 1961an de, li dijî hikumeta Abdûlkerîm Kasim, Talabanî di nav serhildana Kurdan de ciyê xwe girt. Abdûlkerîm Kasim ji desthilatdariyê hate dûrxistin pêv, bi Serokomar Abdüsselam Arif re dema heyeta Kurdan li hev civiyan, wê demê serokatiya heyeta Kurdan Mam Celal Talabanî dikir.

Mam Celal Talabanî û xezûrê wî Îbrahîm Ehmed û bi hevalên xwe yên din re, di sala 1975an de dema ji KDP veqetiyan, YNK (Yekitiya Netewî Kurdistan) ava kirin. Dîsa di heman salê de Komela Xwendekarên Kurdistan li Dervayî Welat (KSSE) bû du beş. Hevalên alîgirên Talabanî li bajarê Frankfurtê, Komela Xwendekarên Kurd li Dervayî Welat (AKSA)  pêk anîn. Di wan salan de YNK li dijî Hikûmatê Iraqê dest bi şerê çekdarî kir. Di sala 1988an de dewleta Iraqê li dijî Kurdan çekên kîmyasal bi kar anîn. Bi çekên kîmyasal  hêzên YNKê darbeyên mezin xwarin.

Di wan salan de KDP û YNK, li dijî hev û du zirarên mezin kirin. Qasî 30 salan Kurdan zirarên mezin giyandin hev û du. Ji van karesetên bûyî Kurdan sûdên mezin jî girtin. Tevgera îro ya Kurdan netewî li ser ew bingeh û sûdan bejn dide û roj bi roj ber bi serxwebûnê dimeşe.

Li Kurdistana Başûr, dema sala 1992an hilbijartina Parlamentoya Harema Kurdistanê pêk hatî, YNK û KDPê bi hev re rêveberiyek hevbeş pêk anîn. Di dema sala 1994an de, navbera her du partiyan xirab bû, aramiya navçeyê jî têk çû. Bi alîkariya ABDê û hinek jî ya Îngîlîzîstanê, di navbera her du partiyan de dayîn û standin pêk hatin. Di encama civînan de li sala 1998an de bi navê YNKê Celal Talabanî û navê KDP jî Mesud Barzanî li Washingtonê di nav xwe de peymanêk aşitiyê îmza kirin. Bi vê peymanê 4ê Cotmehê di 2002an de bi kombûna parlamenterên her du partiyan civîn pêk hatin. Bi pêşengiya hêzên ABDê re, dema Iraq di sala 2003an de hate dagirkirin, di navbera Talabanî û Mesûd Barzanî de rêveberiyek nû hate damezrandin. Bi van kar û baran, Kurdan siyaseta xwe heya roja îro anîn. Di ew kar û barên pêk hatî de, rolên gorbihişt Mam Celal Talabanî û Serok Barzanî mezin in.

Celal Talabanî, di navbera salên 2005-2014an de, Serokomarê Dewleta Iraqê bû. Ew wek siyasetmedarekî Kurd netewî û navnetewî dihat pejirandin. Dema ew serokomar bû (reîsîcumhur) roja 17ê Berfenbara 2012an de, bi xwînbûna mejî tenduristiya wî xirab bû. Ji bo tedawî bibe, ew şandin Almanyayê. Demek dirêj li Almanyayê tedawî bû. 19ê Tîrmehê, di sala 2014an de 18 mehan şûn da ew dîsa vegeriya welatê xwe, bajarê Silêmaniyê. Serokomariya Celal Talabanî heya roja 24ê Tîrmeha 2014an berdewam kir. Ji encama nexweşiya wî, ew bi mîsogerî ji kar hate dûrxistin û hat teqawîtkirin.

Tendirustiya Mam Celal, 12ê Îlonê roja 2017an dîsa ne baş bû. Ew bi balafirê rakirin, birin nexweşxaneya Berlînê. Ji wê rojê ve, li paytexta Almanyayê li bajarê Berlînê di nexweşxaneyê de tedawî dibû.

Mam Celal, di roja 3yê Cotmeha 2017an de, ji nav me bar kir. Kurd bi ew siyasetmedarê xwe yê mezin, serbilind in! Ji bo karûbarên wî yên pîroz, hemî Kurd serê xwe li ber wî ditewînin.

 

Parve bike: