Îro sandeke hikûmeta Kurdistanê serdana Bexdayê dike
PeyamaKurd - Biryare îro Şemiyê şandeke bilind a herêma Kurdistanê bo danûstendinên li ser pirsgirêkên petrol û budceya giştî ya Iraqê û pişka kurdan, serdana Bexdayê bike û li gel wezîrê darayî û serokwezîrê Iraqê bicive.
‘Serdan ji ber xwepêşandanan hatibû texîrkirin’
Şandeya herêma Kurdistanê ji serokê dîwana encûmena wezîran, wezîrê darayî û aborî li gel wezîrekî herêmê pêk tê. Di vê barê de endamê lijneya darayî û aborî li parlamentoya Iraqê Şêrwan Mîrza ragihandibû, piştî gelek caran paşxistina serdana şandeya herêma Kurdistanê bo Bexdayê, ji ber rewşa Iraqê û xwepêşandanên parêzgehên Iraqê, niha biryar hat dayîn şande serdana Bexdayê bike.
'Pirsa petrol û gazê û projeyasaya budceya giştî ya Iraqê ya sala 2020an dê bê gotûbêjkirin'
Li gor gotinên Şêrwan Mîrza, şandeya herêma Kurdistanê dê li gel berpirsên hikûmeta federal li ser pirsên hevpar ên di navbera Hewlêr û Bexdayê guftûgo bike û ji wan pirsa jî pirsa petrol û gazê û projeyasaya budceya giştî ya Iraqê ya sala 2020an û pişka Kurd di budceyê de jî dê bê gotûbêjkirin.
Herwiha got hêvî heye danûstendinên di navbera şandeyên hikûmeta herêma Kurdistanê û Bexdayê encamên baş li gel xwe bîne, ji ber ji hevsengî û hevfamkirinek baş navbera her du aliyan de heye.