Îstîxbarata Îranê Ebûbekir Yusifî, Yunis Musapur û Serdar Ustad Ahmed xist bin çav
PeyamaKurd – Îranê Mamosta Ebûbekir Yusifî û Yunis Musapur li bajarê Rojhilata Kurdistanê li bajarê Serdeşêtê û Serdar Ustad Ahmed li bajarê Mahabadê xist bin çav.
Du Kurdên ku li bajarê Serdeştê li navça Nalasê dijîn Mamosta Ebûbekir Yusifî û Yunis Musapur ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê de xistin bin çav. Îstîxbaratê bi şiddetê wan girt û bir navenda îstîxbarata li bajarê Urmiyê.
Li gor ragihandina Hengawê; îstîxbarata Îranê di 5ê Tîrmehê de avêtiye ser her dû Kurdan û biriye navenda bajarê Urimiyê ya beşa îstîxbarata Îranê. Dema girtina wan îstîxbaratê şiddetê bikaraniye gotinên nexweş serf kirine.
4 roj di ser girtina wan de derbas bûye û heya niha kes sedema girtina wan nizane, kes nizane tam li ku derêne û tewanbarkirina wan çiye.
Li bajarê Mahabadê jî Serdar Ustad Ahmedî xistin bin çav:
Îstîxbarata Îranê li bajarê Mahabadê Kurdê bi navê Serdar Usta Ahmedî axistin bin çav û kes nizane wî birine ku derê. Girtina Ahmedî di 7ê Tîrmehê de çêbûye û avêtine ser mala wî.
Tevî hewlên malbata Ustad Ahmedî nizanin ew birine ku derê, sedema binçavkirina wî çiye û malbata wî di derbarê wî de bi endîşeye.