TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îtalya: Desteka me ji Herêma Kurdistanê re ya leşkerî û ewlehiyê dewam bike

Admin M
Nivîskar
📅 18 gulan 2026 22:25

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li payîtexta Îtalyayê li Romayê bi wezîrê bergiriyê yê dewleta Îtalyayê bi Guido Crosetto re civiya.

Di hevdîtinê de Îtalya ragihand ku dê di mijara leşkerî û ewlehiyê de, dê ji bo  Iraqê û Herêma Kurdistanê desteka Îtalya bê navber dewam bike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser seredana fermî ya Nêçîrvan Barzanî ya bo Îtalyayê ragihand ku di têkoşîna li dijî terorê de stratejiyên hevpar û ewlehiya herêmê mijarên wan yên ewilî bûne ku li ser wan axifîne.

Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî behsa rola Îtalyayê ya di nav koalîsyona li dijî IŞİDê de kiriye û bi sedema nûnerên leşkerî yên Îtalyayê di perwerde û pêşdebirina şiyanên Pêşmerge de destekê dane Kurdistanê sipasiya rêvebiriya Romayê kir.

Wezîrê bergiriya Îtalyayê Guido Crosetto destnîşan kir ku ewlehiya Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo wî, berya her tiştiye û wê di wexta pêşiya me de jî heman destek dê xwurttir dewam bike.

Barzanî û Crosetto, li ser talûka ku rêxistina terorê car din neveje, aramiya herêmnê bê parastin, koordinasyona navdewletî divê dewam bike û li ser mijaran bûn hemfikir.

Parve bike: