TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Abdullah Gul û Davutoglu daxuyaniyên destdanîna ser saredariyên kurdan

Admin H
Nivîskar
📅 19 tebax 2019 19:00

PeyamaKurd – Serokomarê berê yê Tirkiyê û yek ji avakarê AK Partiyê Abdullah Gul û Serokwezîrê berê yê Tirkiyê ji AKPê Ahmet Davutoglu li ser operasyona destdanîna ser şaredariyên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê daxuyanî dan.

Abdullah Gul li ser hesabê xwe yê twitterê got, “Bi vî awayî ji kar dûrxistina şaredarên ku hê nû hatine hilbijartin ji bo demokrasiya me karekî rast nebûye.”

— Ahmet Davutoğlu (@Ahmet_Davutoglu) August 19, 2019

Ahmed Davutoglu jî bal kişand ser ku ji kar avêtina şaredarên Mêrdîn, Dîyarbekir û Wanê li dijî rihê sîstema demokratîk e û got, “Pêwîstiya îradeya milî ew e ku yên bi hilbijartinan hatibin dîsa bi hilbijartinan biçin.”

Davutoglu herwiha diyar kir, “Ev biryar li şûna ku bibe piştevan ji aştiya civakî re, dibe ku peşkê li têkoşîna dijî terorê bixe. Têkoşîna herî bi bandor a dijî terorê, ne jiholê rakirina demokrasiya temsîlî ye, ketina dilê gel û biserketina di hilbijartinan de ye.”

Parve bike: