Kurdistan
Ji Amerîkayê daxuyaniya Garê: Heger rast be...
PeyamaKurd – Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîkayê, di derbarê 13 êsîrên di encama operasyonên Artêşa Tirkiyê ya li çiyayê Garê ku Tirkiye dibêje PKKê ew kuştine, daxuyaniyek belav kir.
Wezareta Karûbarên Derve di daxuyaniyê de diyar dike: ‘‘Heger nûçeyên ku PKKê welatiyên Tirkiyê yên êsîr girtî kuştine rast be, em vê kiryarê bi tundî şermezar dikin.’’
Herwiha Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de diyar kir, em ji ber kuştina welatiyên Tirkî yên li Herêma Kurdistanê xemgîn in.
‘‘Em bi hempeymanê xwe yê NATOyê re ne û serxweşiyê li malbatên kuştiyên şerê dawî dikin. Heger nûçeyên ku PKKê welatiyên Tirkiyê yên êsîr girtî kuştine rast be, em vê kiryarê bi tundî şermezar dikin.’’