TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Amerîkayê daxuyaniya Iraq û Herêma Kurdistanê

Admin H
Nivîskar
📅 28 mijdar 2026 09:30

PeyamaKurd - Berdevkekî Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, Washington piştgiriyê li Iraqeke xwedî serwerî, yekgirtî û federal û Herêmeke arman û pêşketî dike, her wiha piştgiriyê dide çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de bi rêya gotûbêjê û li gorî destûrê.

Berdevkekî Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser rageşiya navbera hikûmeta Bexdayê û Herêma Kurdistanê ragihand: "Amerîkayê piştgiriyê li Iraqeke xwedî serwerî, yekgirtî û federal dike û di çarçoveya wê de jî piştgiriya Herêmeke Kurdistanê ya seqamgîr û pêşketî dike."

Berdevk tekez jî kir: "Em piştgiriyê li çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de dikin, bi rêya gotûbêjê û bi awayekî ku bi Destûra Iraqê re bigunce."

Her wiha duh jî berdevkekî Yekîtiya Ewropayê ji malpera Kurdistan24ê re ragihandibû, Yekîtiya Ewropayê ji nêz ve çavdêriya bûyerên li Iraqê dike û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê han dide ku her nakokiyekê bi rêya gotûbêja avaker çareser bikin.

Ev helwesta Wezareta Derve ya Amerîkayê di demekê de ye ku di çend rojên borî de peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de aloz bûne; ev jî piştî biryarên Hikûmeta Federal a Iraqê yên derbarê kêlgehên petrolê, deriyên sînorî û rawestandina demkî ya pişka berhemên petrolê yên kargeh û kompanyayên Herêma Kurdistanê, her wiha biryara Dadgeha Bilind a Federal derbarê sînorê desthilata Herêmê û belavkirina hêzên federal li ser sînoran.

Li hemberî vê yekê, Serok Barzanî, Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêmê Mesrûr Barzanî û her du partiyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) biryarên yekalî û zimanê leşkerî red kirin û daxwaza pabendbûna bi destûrê kir.

Her wiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amadebûna xwe nîşan daye ji bo beşdarbûna di gotûbêja niştimanî ya 1ê Çileyê de ku bi serperiştiya Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê Fayiq Zêdan û bi amadebûna serkirdeyên bilind ên Iraqê tê lidarxistin.

Parve bike: