Kurdistan
Ji Amerîkayê pîrozî bo Mesrûr Barzanî: Ji bo pêsxistina berjewendiyên hevbes...
PeyamaKurd - Konsûlxaneya Amerîkayê li Hewlêrê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema dest bi karkirinê pîroz kir.
Konsûlxaneya Amerîkayê li Hewlêrê, li ser hesabê xwe yê twitterê Serokwîrî û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Kurdistanê pîroz kir û serkeftin ji wan re xwest.
Di daxuyaniya konsûlxaneya Amerîkayê de wiha hat gotin: “Em pêkanîna kabîneya hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê pîroz dikin. Dê Amerîka di çarçoveya pêşxistina berjewendiyên hevbeş de, hewil bide pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re bipêştir bixe.