TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji ber axaftina Kurdî axivî êrîsî kalê 74 salî kirin

📅 16 cotmeh 2019 14:03

PeyamaKurd - Li Nexweşxaneya Zanîngeha 18ê Adarê, gava Ekrem Yaşli yê 74 salî bi hevjîna xwe re bi kurdî axivî, xizmê nexweşekî din êrîşî wî kirine. Yaşli, ji ber êrîşê birîndar bûye.

Li Nexweşxaneya Zanîngeha 18ê Adarê ya Çanakkaleyê, gava Ekrem Yaşli yê 74 salî bi hevjîna xwe ya nexweş Bedriye Yaşli (71) re bi kurdî axivî, bi êrîşeke nîjadperest re rû bi rû ma.

Li gorî zanyariyên berdest, Yaşli bi hevjîna xwe ya bi tirkî nizane re bi kurdî axiviye, xizmê nexweşekî din ê li heman odeya nexweşxaneyê bertek nîşan daye û gotiye:

"Ev der Dewleta Komara Tirkiyeyê ye." Piştî van gotinan dibêje ji odeyê derdikeve û vê carê di dest wî de şûşeyeke sodeyê dikeve hundur û şûşeyê davêje Ekrem Yaşli. Şûşe li serê Yaşli dikeve û birîndar dibe. 

Hat diyarkirin ku têkildarî mijarê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Çanakkaleyê hatiye dayîn. 

 

Parve bike: