TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji ber bi Tirkî nizanîbû sideta lê hatibû kirin nikarîbû bianiya ziman

Admin L
Nivîskar
📅 25 tîrmeh 2020 13:42

PeyamaKurd - Li gor zanyariyan, jina Kurd Fatma Altinmakas ya li Mûşê piştî tecawuzê hat kuştin, diyar bû ku ji ber bi zimanê Tirkî nizanîbû û tercumanê Kurdî jî tunebû, nikarîbû şideta lê hatibû kiribû bianiya ziman.

Eşkere bû ku diya şeş zarokan Fatma Altinmakas’a tecawuz lê hat kirin pê ve ji tecawuzkar dibe gilîdar û ji aliyê mêrê xwe ve tê kuştin, li jendirmexeneyê nikarîbû şideta lê hatiye kirin bîne ziman.

Fatma Altinmakasê 13 Tîrmehê diçe Jendermexeneyê û tecawuzkarê xwe S.A gilî dike. Lê hat zanîn, ji ber Altınmakas bi Tirkî nizanîbû, nikarîbû tiştê lê hatiye kirin bîne ziman.

Parve bike: