TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji ber bilindbûna asta avê rêya M4 ji xizmetê derket

Admin H
Nivîskar
📅 22 adar 2026 17:02

PeyamaKurd - Di nav hefteyekê de ev cara duyemîn e ku rêya M4 a Sûriyê ji ber lehiyê ji xizmetê derdikeve. Piştî lehiyên ku çêbûne, Şaredariya Gel a Bajarê Til Temirê dest bi xebatên sererastkirina rêyê kiribû.

Hate diyarkirin ku ji ber barana zêde û bilindbûna asta ava Çemê Xabûrê, rê careke din girtî maye. Rêya M4 yek ji girîngtirîn rêyên stratejîk ên li Rojavayê Kurdistanê ye û bajarên wekî Hesekê, Reqa, Kobanê, Minbic û Helebê bi hev ve girê dide.

Ev rê hem ji bo çûnûhatina welatiyan û hem jî ji bo veguhastina kelûpelan di navbera Rojava û herêmên din de tê bikaranîn.

Parve bike: