Ji ber daxuyaniyên li dijî operasyonê lêpirsîn li Buldan û Temelli hat vekirin
PeyamaKurd - Serdozgeriya Enqereyê, der barê hevserokên HDP, KCD û HDK'ê yên li dijî operasyona li dijiî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertekên xwe anîn ziman lêpirsîn da destpêkirin.
Hevserokên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî operasyona Tirkiyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek hevpar li dar xistin û helwesta xwe ya li dijî operasyonê anîn ziman.
Hevserokê HDP Sezaî Temellî, Hevserokê KCDê Berdan Ozturk, Hevberdevkên HDKê Gulîstan Kiliç Koçyigit û Sedat Şenoglu û Hevserokê Giştî yê DBPê Mehmet Arslan di civînê de amade bûn.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, piştî daxuyaniya duh derbarê Hevserokên HDP, KCD, HDKê de lêpirsîn da destpêkirin.