“Ji ber hebûna PKKê Singal normalîze nabe”
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand, alîgiren PKKê demek berê nehiştin ku rêvebirên Şingalê yên meşrû têkevin navçeyê.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî daxuyaniyek li ser hebûna PKKê li Şingalê da û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê jî nirxand.
Sefîn Dizeyî derbarê pirsgirêkên ji ber hebûna PKKê li Şingalê dertên got, "Ji ber ku Heşda Şebî hate Şingalê loma PKK û komên girêdayî wê li navçeyê hakimiyet ava kir."
Dizeyî bi bîr xist ku alîgiren PKKê demek berê nehiştin ku rêvebirên Şingalê yên meşrû têkevin navçeyê û diyar kir, ji ber ku li Şingalê xizmet nayê kirin, pirsgirêka ewlehiyê heye û hêzên nemeşrû lê hene, piraniya sivîlan loma nikarin vegererin.
Dizeyî destnîşan kir ku divê Şingal demildest normalîze bibe û sivîl vegerin malên xwe û wiha dewam kir, "Hikûmeta navendî ya Iraqê ji bo ku ev kom vekişin divê gav bavêje. Divê îdareya meşrû ya Şingalê cardin vegere navçeyê. Em naxwazin ku li wê derê tu kaos çêbin."
Dizeyî der heqê têkiliyên Hewlêr-Bexdayê de jî diyar kir ku Herêma Kurdistanê perçeyeke Iraqê ye û wiha axivî, "Divê têkiliyên Hewlêr û Bexdayê normalîze bibin. Herêma Kurdistanê perçeyeke Iraqê ye. Piştî bûyerên par, vêga rewşa asayî bûye."