TR KU SO
FB X
Kurdistan

'Ji ber rola Serok Barzanî Herêma Kurdistanê nimuneyeke serkeftî ye'

Admin H
Nivîskar
📅 16 sibat 2020 13:30

PeyamaKurd -  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Munchen a Almanyayê di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Muncehnê de, bi Sekreterê Yekîtiya Erebî Ehmed Ebulxeyt re civiya.

Di civînê de Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Erebî Ehmed Ebulxeyt got: “Herêma Kurdistanê nimûneyeke serkeftî ya desthilatiyê li Iraqê û ev yek jî bi ber jêhatêbûn û rola Serok Mesûd Barzanî ye. Yekîtiya Erebî piştevaniya mafên kurdan dike di çarçoveya Iraqê da. “

Serokwezîr Barzanî spasiya Yekîtiya Erebî kir ji bo piştevaniya wan û hêvî xwest Yekîtia Erebî bêhtir rolê bilîze di warê seqamgîriyê li Iraqê û herêmê de.

Parve bike: