Ji ber semitandina li ser cemedê 222 kes ketin nexwesxana
PeyamaKurd – Li Diyarbekirê ji ber barf û cemedê di 3 rojên dawiyê de, 222 kesên ku li ser bûzê li erdê ketin û cûr bi cûr weslên bedena wan şikestin, seredana nexweşxaneyan kirin.
Endamê konseya yekîtiya tabîbên Tirkiyê û hem pisporê onkolojiyê Dr. Halis Yerlikaya weha got:
“Heya niha ji ber şikestinê ji 200 kesî zêdetir seredana beşên lezgîn yên nexweşxana kirine.”
Ji ber li ser rêyan ji ber cemedê şemitîne û li erdê ketine 37 kes seredana nexweşxana Dîclê, 185 seredana nexweşxana Gazi Yaşargil kirine. Ji ber qezayên trafîkê 15 kes çûne nexweşxana Diclê ya Zankoyê. Yerlikaya weha dewam kir:
“Di serî de ew kesên ku mecbûrin derên derve yên xebatkar û gelek kesên din dertên derve. Gelek kes nikarin bi alava xwe derên. Gelek kes ji ber alavan û gelek kes jî ji ber li ser rêya peyayan ketine, birîndar bûne. Heya niha ji 200 an zêdetir kes, seredana beşên lezgîn yên nexweşxaneyan kirine.”