Ji ber strana Kurdistan xebatkarê HDPê hat binçav kirin
PeyamaKurd - Polîsan li Çewlikê li maşîneyên xebatên hilbijartinê yên HDP'ê dimeşîne 324 TL cezayê pereyan birî. Ajokarên maşîneyan jî ji ber stranên HDP'ê ya “Bijî bijî HDP” û gotina stranê ya “Kurdistan” binçav kirin.
Xebatên hilbijartinê li gelek bajaran berdewam dike. HDP jî gund bi gund û navçe bi navçe xebatên hilbijartinê berdewam dike. Rêxistina HDP'ê ya Çewlikê jî bi heman armancê li gund û navçeyan xebatên xwe berdewam dike. Maşîneyên bangê yên xebatên hilbijartinê yên HDP'ê dimeşîne, rastî astengiyên polîsan tên.
Lİ gor nûçêya Ajansa Mezopotamyayê Polîsan maşîneyek HDP’ê ya hilbijartinê rawestand û bi hinceta strana hilbijartinê ya “Bijî bijî HDP” distra, ajokarê wê Mursel Karasu binçav kir. Polîsan bi hinceta di nava stranê de peyve “Krdistan” derbas dibe ajokar binçav kir û birin Midûriyeta Polîsan a Çewlikê. Karasu, piştî îfade da serbest hat berdan.
Ajokarê dolmîşê Mursel Karasu, anî ziman ku dema li nava bajar digeriya polîsan ew şopand û piştî rawestandin ew binçav kirin. Karasu, anî ziman ku dema hat binçavkirin polîsan pirsa "Kê stranên ku peyva “Kurdistan” têde heye li flaş beleke bar kiriye pirsîn. Karasu, anî ziman ku piştî îfade da serbest hat berdan. Polîsan li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê jî maşîneya hilbijartinê rawestand. Hevserokê HDP'ê yê Dara Hênê Îsmail Handan û ajokarê dolmîşê jî bi heman hincetê hatiye binçavkirin û serbest hatiye berdan.
Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Navendî ya Çewlikê Zeynel Barlas, bertek nîşanî astengiyan da û wiha got: "Li Çewlikê ji xeynî Me 9 partiyen siyasî xebatê dimeşinin. Lê tenê xebatên me tên astengkirin.