Kurdistan
Ji ber vîrusa Koronayê civînên Parlamentoya Kurdistanê hat sekinandin
PeyamaKurd – Ji ber gelek karmend û endamên Parlamentoya Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketin, civînên Parlamentoyê hatin sekinandin.
Li gor zanyariyan, heta niha zêdetirî 50 karmend û endamên Parlamentoya Kurdistanê bi Koronayê ketin. Ji ber wê jî, bi fermana Serokatiya Parlamentoyê, civîn hatin sekinandin.
Biryar e heta nêviya vê mehê ev biryar bidome. Lê komîsyon karên xwe dikin.