TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji berdevkê hevpeymaniyê parvekirina Kurdî bo mêvanperweriya Kurdan

Admin H
Nivîskar
📅 29 tîrmeh 2020 18:20

PeyamaKurd – Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê fermandarê Amerîkî Myles Caggins piştî serdan û hevdîtina doh 28ê Tîrmehê li Rojavayê Kurdistanê bi berpirsên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re, peyameke kurdî li medya civakî belav kir û pesnê mazûvanî û mêvanperweriya berpirsên HSDê da.

Doh 28ê Tîrmehê li Rimêlanê Caggins û Berdevkê Ragihandina HSDê Mustefa Balî derketin pêş medyayê û derbarê hevkarîya berdewam û operasyona tunekirina terora DAIŞê de agahî dabûn.

— OIR Spokesman Col. Myles B. Caggins III (@OIRSpox) July 29, 2020

Berdevkê Hevpeymaniyê îro jî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê pesnê mazûvanî û mêvanperweriya HSDê da û bi kurdî wiha got:

“Gelek rêza min ji qedirbiha  @mustefabali re heye. Em hevkarên hev in û li dijî DAIŞê şer dikin. Mazûvaniya li Rojava, dişibe "mêvanperweriya Başûrê" Amerikayê. Civîna me ya medyayê bi HSDê re ji pirs û bersivandinê zêdetir bû; ew li ser hevaltî, nirxên hevbeş, û xwarinên xweş bû.”

 

Parve bike: