Kurdistan
Ji bo 3 bajarên bakur hisyariya bahozê
PeyamaKurd - Tê çaverêkirin ku li parêzgehên Bakurê Kurdistan Colemêrg, Şirnex û Wanê bahozeke ku jiyana welatiyan asteng bike çêbibe.
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê bi ragihandineke nivîskî ji bo her sê parêzgehên bakurê Kurdistanê hişyariya bahozê da.
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê bi ragihandineke nivîskî ji bo her sê parêzgehên bakurê Kurdistanê hişyariya bahozê da.
Ji aliyên pêwendidar û xelkê hat xwestin ku li hember bahoza ku tê çaverêkirin tedbîrên pêwîst werbigirin.
Saziya Keşnasiyê ragihand ku li derdora bajarê Colemêrgê, li rojhilatê Şirnexê û li başûrê Wanê bayekî zêde heye û li herêmên bilind bahoz radibe.
Li gorî daxuyaniyê, bahoz dê heta sibe demjimêrên evarî berdewam bike.
Ji ber ba û bahozê ji xelkê hatiye xwestin ku ji bo egera pirsgirêkên çûn û hatinê, bi jehrketina dûxana sobeyê, pûk û aşûtê tedbîrên pêwîst wergirin.
Şeva borî li ser rêya Wan û Colemêrgê aşût bi ser mînîbusa rêwiyan de hatibû û di encamê de kesekî canê xwe ji dest dabû û 12 kes jî birîndar bûbûn.