TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji bo 5 bajarên Bakurê Kurdistanê hisyariya lehiyê hat dayîn

Admin H
Nivîskar
📅 12 tebax 2021 20:06

PeyamaKurd – Saziya Kêşûhewayê ji bo pênc parêzgehên Bakurê Kudistanê yên Erzerom, Erzîngan, Erdexan, Dersîm û Qersê hişyariya barana zêde û rabûna lehiyê da.

Li gorî daxuyaniya Saziya Keşûhewayê ya herêmî li bajarên Bakurê Kurdistanê yên Erzerom, Erzîngan, Erdexan, Dersîm û Qersê tê pêşbînî kirin barana zêde bibare û hat gotin, ji bo bûyerên brûsk vedan, lehî rabûn, hezaz û bahozê re amade bin û tedbîrên xwe bistînin.

Herwiha hişyarî hat dayîn ku dibe ji ber barana zêde di rêyên çûnûhatinê de zehmetî çêbibin.

Parve bike: