TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji bo bajarên bakur hisyariya toz û baranê

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 30 nîsan 2024 19:05

PeyamaKurd – Gerînendehiya Giştî ya Meteorolojiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku ji îro heta 10 rojên pêş, wê li gellek bajarên Tirkiye û bi taybetî bajarên bakurê Kurdistanê baraneke zede bibare û rêjeyên germahiyê 3-5 pile dakeve.

Gerînendehiyê diyar kir ku ji ber li gellek bajarên bakurê Kurdistanê tê çaverêkirin ku toza ji sehrayan tê û asîman dagir dike, li hember neyînîyên wek kêmbûna dîtinê, kêmbûna kalîteya hewayê û astengiyên çûnûhatinê divê welatî baldar bin.

Li gorî pêşbîniyên dawî yên Meteorolojiyê, wê li bajarên Çewlig, Mûş, Colemêrg, Şernex û yên derdora van bajaran ji îro pê ve; di rojên pêş de baraneke zêde bibare û egera ku heta 10 rojan dom bike heye.

Meteorolojiyê, da zanîn ku li gellek bajaran îro tozê asîmanan dagirtiye, piştî vê belavbûna tozê wê baraneke xurt bibare û ji ber lehî û bûyerên xwezayî hişyarî da welatiyan.

Parve bike: