TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji bo Bakurê Kurdistanê hişyariya lehiyê hat dayîn

Admin H
Nivîskar
📅 18 cotmeh 2026 14:01

PeyamaKurd - Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê (Meteoroloji) ji ber pêleke bihêz a baran, firtone û bagerê ji bo 31 parêzgehan hişyarî da. Ji bo gelek bajarên Bakurê Kurdistanê jî hişyariya barana zêde û lehiyê hat dayîn.

Wezîrê Jîngeh, Bajarsazî û Guhertina Keşûhewayê Murad Kurum ragihand ku hemû dezgeh ji bo rûbirûbûna zirarên muhtemel di rewşa amadebaşiyê de ne û banga baldarî û hişyariyê li welatiyan kir.

Ev pêla nû bajarên mezin ên mîna Stenbol, Bûrsa û Zonguldakê girtiye nava xwe û di heman demê de berê xwe daye Anatoliya Navîn û parêzgehên Bakurê Kurdistanê.

Li Bakurê Kurdistanê, bi taybetî li deverên başûrê rojhilat û herêmên çiyayî, leza bayî gihîştiye 40 heta 80 kîlometreyî di saetekê de.

Barana xurt metirsiya lehî, şerqetî û daçûna erdê li van herêman zêde kiriye. Li aliyê din, li navçeya Pendikê ya Stenbolê ji ber bilindbûna asta avê, lehiyê otomobîlek bi sê kesên tê de bir; kesek bi hewldana xwe hat rizgar kirin, lê çarenivîsa du kesên din hîn nediyar e.

Ev felaketên sirûştî yên berdewam balê dikişînin ser guhertina keşûhewayê, kêmbûna qadên kesk û pirsgirêkên binesaziyê yên li bajarên mezin û navçeyên çiyayî.

Parve bike: