Kurdistan
Ji bo gelek bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf, baran û lehiyê
PeyamaKurd - Ji doh ve li 15 bajarên Bakurê Kurdistanê berf, baran û bahoz bayê gur bandora xwe nîşan dide. Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê û Serokatiya Birêvebirina Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) hişyarî dan ku îro yekşemê, 29ê Mijdarê, berf û baran li seranserê herêmê berdewam dike.
Di 28ê Mijdarê de li bajarên Mûş, Erdexan, Agirî û Qersê roja çaremîn bû ku berf dibariya û germahî di navbera 0 û 6 pileyan de bû.
Li 11 bajarên din jî baranê tevahiya rojê berdewak kir. Li Dêrsim û Mereşê barana gur zirar da zeviyên çandiniyê, li Wan, Colemêrg û Mereşê jî bahozê zirar da stûnên elektrîkê û darên ser kolanan.
Pêşbîniyên dawî yên Keşnasiyê:
- Berfa roja pêncemîn: Li bajarên Bedlîs, Agirî, Erzirom, Erdexan û Qersê barîna berfê roja pêncemîn jî didome û germahî di navbera 0 û 9 pileyan de ye.
- Qeşagirtin û astengiya rêyan: Di saetên berbangê de rêyên sereke yên deverên çiyayî qeşayê digirin; AFADê bi taybetî li ser hatûçûna barhilgiran hişyarî da. Hefteya borî ji ber berfê rêyên 94 gundên li Şirnex, Erzirom, Qers û Erdexanê hatibûn girtin.
- Metirsiya lehiyê: Li 19 parêzgehên din baran dibare. Bi taybetî li Dêrsim, Dîlok, Mereş û Îdirê pêşbîniya barana gur tê kirin û metirsiya lehiyê heye. Germahî li van 19 parêzgehan di navbera 5 û 12 pileyan de ye.