Kurdistan
Ji bo komîteya Destûra Iraqê navê 6 parlamentarên Kurd hat tomarkirin
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê, Beşîr Hedad ragihand kuhejmara endamên kurd di komîteya ji nû ve nivîsandina Destûra Iraqê zêde bûn.
Nivîsgeha Beşîr Hedad ragihand ku bi hewl û xebata Hedad û firaksiyonên Kurdistanî hejmara endamên kurd di komîteya venivîsîna Destûra Iraqê de, ku ji aliyê parlementoya Iraqê hatibû pêkanîn, zêde bû û bû şeş kes.
Beriya niha sê kurd di komîteya nivîsandina destûrê de hebûn.
Parlementerên kurd yên ku di komîteyê de cî digirin; Viyan Sebrî, Ciwan Îhsan, Yûsif Mihemed Sadiq, Ebdulbarî Muderis, Cemal Koçer û Rêbwar Hadî ne.
Piştî xwepêşandanên Iraqê hewlên bo Destûreke nû hatibûn destpêkirin û ji bo wê komîteyek hatibû damezirandin.