TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji bo Kurdistanê Koalîsyona Cihûyan

PeyamaKurd
Edîtor
📅 23 mijdar 2017 19:46

Li gor tê ragihandin, li Amerîka û Ewrûpayê ji bo piÅŸtgirîya Kurdistanê tevgerek bi navê „Koalîsyona Cihûyan“ tê avakirin.

Li gor ragihandina lêkolîner û Kordînatorê Bernameya Navenda Lêkolînên Kurdî Ceng Sagniç, li Ewrûpa û Amerîkayê tevgerek bi navê „Koalîsyona Cihûyan“ ji bo piÅŸtgirîya Kurdistanê tê avakirin û ev koalîsyon ketiye fermîyetê.

Sagniç, di daxuyanîya xwe de dibêje: „Wê serokatîya Koalîsyona Cihûyan kevnealîkarê Serokê GiÅŸtî yê Kongreya Cihûyên Ewrûpayê Joel Rubînfeld bike“.

Li gor agahdarî û ragihandina Ceng Sagniç, wê Endamên Damezrênerên Koalîsyina Cihûyan ji rêberên civaka Cihûyên Ewrûpa û Amerîkayê pêk bên. Tê gotin ku wê ev koalisyon di hefteyên pêÅŸ de konferansekê bi navê „Kurdistan û Îsraîl: Ber bi aramî û aÅŸtîya Rojhilata navîn ve“ li dar bixe.

Z.B

 

Parve bike: