TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji bo nexwesên çav û diranan nexwesxaneya gerok dest bi xebatê kir

Admin L
Nivîskar
📅 19 cotmeh 2020 16:59

PeyamaKurd – Ji bo tedawiya nexweşên çav û diranan, li Hewlêrê nexweşxaneya gerok li nav dibistanên bajêr, dest bi xebatê kir.

Berpirsê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed îro danê sibê di civîneke rojnamevanî de diyar kir, projeya wan ya nexweşxaneya gerrok îro li nav dibistanên bajêr de dest bi xebatê dike.

Herwiha Dr. Dilovan Mihemed da zanîn, ev projeya bo nexweşiyên çav û diranan e, dê heta dawiya salê berdewam be û tevahiya dibistanan li xwe bigire.

Berpirsê Tenduristiya Hewlêrê da zanîn, li nav dibistanan de tedbîrên li hember Koronayê jî hatine girtin.

Parve bike: