TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji bo PKK û Hasdî Se’biyê 10 roj muhlet!

Admin V
Nivîskar
📅 12 adar 2018 13:27

Serokê Meclîsa Bajarê Mûsilê Beşar Kîkî diyar kir ku ji bo ku PKK û Haşdî Şe’bî ji Şengalê derkevin, 10 roj muhlet dane wan.

Kîkî: Me ji hêzên ku di avahiyên dewletê de bi cih bûne re got ku ji bo ku hûn ji navenda Şengalê derkevin 10 rojên we hene. Li Şengalê hinek hêzên cuda yên PKK û Haşdî Şe’biyê hene.

Beşar Kîkî anî ziman ku ev biryar di civîna 7ê Adarê de hatiye standin û di civînê de Qaymeqamê Şengalê û Serokê Meclîsê xwestin ku ji bo ku metirsiyên gel ji holê rabin û vegerine malên xwe, divê hêzên cuda ji bajêr derkevin.

Parve bike: