Kurdistan
Ji bo rawestandina êrîsên nijadperestî yên ser kurdan kampanya hat destpêkirin
PeyamaKurd – Li ser medya civakî ji bo rawestandina nijadperestiya li dijî gelê Kurd a bi taybet li Tirkiyê û parçeyên din ên Kurdistanê, kampanyayek hat destpêkirin.
Di kampanyaya ku piştî êrîşên nijadperestî yên li bajarên Tirkiyê ev demek dirêje e dijî Kurdan hatine destpêkirin de, bi heştagên #Kurdishgenoside #KurdishLivesMatter tê xwestin bala raya giştî ya cîhanê bikişînin ser rewşa ku kurd tê de ne.
Nivîskar, rewşenbîn û rojnamevan û gelek kesên din beşdariya vê kampanyayê dikin û bang li Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî tê kirin, li gorî yasayên navdewletî yên dijî qirkirin û jenosîdê tevbigerin û dijminkariya dijî kurdan a gihîştiye asta jenosîdê bidin rawestandin.