TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Brîtanya alîkariya darayî û hêsankariya vîzayê bo Kurdistanê

Admin H
Nivîskar
📅 02 îlon 2019 22:07

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Darayî yê Kurdistanê Dr. Dara Reşîd ligel Balyozê Brîtanya yê Bexdayê Jon Wilks civiyan û Serokwezîr Barzanî çend daxwaz ji balyozê brîtanî kirin.

Hat ragihandin ku Wilks di hevdîtinan de, bersiveke erênî daye rayedarên Kurdistanê û gotiye, dê ji bo hemwelatiyên Iraqê û Kurdistanê di vîzayê de hêsankarî bê kirin.

Herwiha Wilks diyar kiriye ku Brîtanyayê ji bo cîbicîkirina projeyên Herêma Kurdistanê û Iraqê jî alîkariya darayî ya yek milyar poundan terxan kiriye.

Parve bike: