TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji çekdarên bi ser Tirkiyê ve xwepêsandana bo meas û derketina ji Girê Spî

Admin H
Nivîskar
📅 16 adar 2020 22:03

PeyamaKurd – Li gor ragihandina çavkaniyên herêmî ji gundê Yabîse yê girêdayî Girê Spî çekdarên girêdayî Tirkiyê çalakî li dijî artêşa Tirkiyê li dar xistin.

Li gorî zanyariyan wan çekdaran ji ber ku naxwazin li Girê Spî bimînin û meaşên xwe wernegirtine çalakî li dar xistine.

Heman çavkanyan gotiye, li gund gelek gule tevî derketina xwepêşandanê hatin avêtin, ji wê zêdetir jî rê hatin girtin û teker li kolanan hatin pêxistin.

Jêderên herêmê didin xuyakirin ku çekdarên naxwazin li Girê Spî bimînin û dixwazin bên guhartin, derî li pêşiya wan hatiye girtin daku neçin Tirkiyê û bi wê re jî çekdar hêrs bûne.

Hat diyarkirin li wî gundî rewşeke awarte ji hêla artêşa Tirkiyê û polîsên girêdayî wê ve heye.

Parve bike: