TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Dijeterora Kurdistanê daxuyaniya êrîsa drona Tirkiyê: Berpirsekî PKKê hatiye kustin

Admin H
Nivîskar
📅 06 tebax 2023 16:53

PeyamaKurd - Dijeterora Kurdistanê, li ser êrîşa bi dronekê li Axceler a Çemçemalê ku otomobîleke PKKê hatiye armanckirin daxuyanî da.

Dijeterora Kurdistanê li ser êrîşa dronê ya artêşa Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrîşê de, berpirsekî PKKê hatiye kuştin û çekdarekî din jî birîndar bûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, îro Yekşemê danê sibehê balafireke bêpîlot (drone) çend deverên navçeya Axceler a Çemçemal a Silêmaniyê bombebaran kir.

Li gorî zanyariyan êrîş li gundê Çenartû yê li navçeya Axcalerê pêk hatiye.

Parve bike: