Ji HDPê daxuyanî: Dixwazin Kembera Selefî-Cîhadî ava bikin
PeyamaKurd - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê operasyona Tirkiyê ya bi ser Rojavayê Kurdistanê de ku doh Amerîkayê jî destûra wê daye daxuyaniyeke nivîskî weşand. HDPê di daxuyaniyê de got ku dê operasyona leşkerî krîza Sûriyê kûrtir bike û diyar kir, "AKP-MHPê dixwaze Kembera Selefî-Cîhadî ava bike".
HDPê da xuyakirin ku dê operasyoneke leşkerî krîzê kûrtir bike û wiha got:
“Pêwîstiya bilêz ew e ku ji bo şerê navxwe yê li Sûriyê bidawî bibe pêvajoya gotûbêjan di navbera hemû aliyan de dest pê bike. Gefa herî mezin jî operasyoneke leşkerî ye. Di van rojên dawiyê de desthilatdariya AKP-MHPê êrişeke leşkerî ya nû bo ser bakur û rojhilatê Sûriyê tînin rojevê. Ev helwesta wan gelek şaş û xeter e.”
HDPê diyar kir ku armanca Tirkiyê ya ji operasyoneke leşkerî bo ser Rojavayê Kurdistanê ew e ku demografiya herêmê biguhere û operasyon û armanca wê pîvanên sereke yên yasayên navnetewî binpê dikin.
Di beşeke din a daxuyaniya xwe HDP destnîşan kir, xelkê Rojavayê Kurdistanê ku di şerê li dijî DAIŞê de bi hezaran qurbanî dane, bi destpêkirina operasyoneke dê careke din rûbirûyê gefên mezin û krîzeke kûr bibin û wiha hat gotin:
“Ne tenê Kurd jêr gefan e, herwiha di heman demê de Ereb, Tirkmen, Suryanî, Ermenî û Êzidî jî di bin metirsiyê de ne. Tawanên guhertina demografî û şer ên li Efrîn û Şehbayê ji aliyê hêzên girêdayê rejîma Erdogan ve di hole de ye. Niha jî dixwazin vê polîtikaya xwe ya guhertina demografiyê li tevahiya bakurê Sûriyê jî belav pêk bînin. Li şûna Kembera Erebî ya 1970ê niha desthilatdariya AKP-MHPê dixwaze Kembera Selefî-Cîhadî ava bike.”
HDP herwiha da zanîn ku dê pêngava operasyoneke nû ji DAIŞê re bibe derfet ku xwe ji nû zindî bike û li ser Tirkiyê bibe gef.
HDP bang li Neteweyên Yekbûyî û tevahiya aliyên têkildarî krîza Sûriyê jî kir ku li hemberî operasyoneke leşkerî ya ji aliyê Tirkiyê ve bi berpirsiyarî tevbigerin.