TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji hêla tûrîzmê ve jî stêra Kurdistanê ges dibe

📅 14 tebax 2018 02:59

PeyamaKurd - Berpirsekî Hikûmeta Kurdistanê dibêje, hejmara geştyar ango tûrîstên ku serdana Herêma Kurdistanê dikin roj bi roj zêde dibin, niha rojane herî kêm 8 hezar tûrîst serdana Kurdistanê dikin.

Berdevkê Desteya Tûrîzmê ya Kurdistanê Nadir Rostî ji malpera PDKê re ragihand: “Hejmara tûrîstên ku serdana Kurdistanê dikin gelekî zêde bûye û niha rojane herî kêm 8 hezar tûrîst tên Kurdistanê.”

Nadir Rostî her wiha got: “Sebeba serekî ya ku gelek tûrîst tên Kurdistanê, aramî û ewlehiya Kurdistanê ye. Ji ber ku eger derek aram nebe kes nawêre serdana wir bike.

Rostî da zanîn, piraniya tûrîstên ku serdana Herêma Kurdistanê dikin tûrstên Iraqî ne.”

Parve bike: