Ji Hevpeymaniyê bo Pêsmerge 100 wesayîtên zirxî
PeyamaKurd – Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Albay Myles B. Caggins, ragihand ku wê di demeke nêz de bo Hêzên Pêşmerge 100 wesayîtên zirxî yên cureya Humvee bêne dayîn.
'Pêşmerge û gelê Kurdistanê DAIŞ têk bir'
Albay B. Caggins, got, “Divê neyê jibîrkirin ku bo cara ewil Pêşmerge û gelê Kurdistanê DAIŞê têk bir.”
Albayî bal kişand ser têkoşîna li dijî terorê û kuştina Serokê rêxistina terorîst a DAIŞê Ebubekir Bexdadî lê zêde kir, ”lê hê jî wezîfeyeke me ya zor û zehmet heye.”
Albay Caggins eşkere kir ku di wê di demeke nêz de bo Hêzên Pêşmerge 100 wesayîtên zirxî yên cureya Humvee, pergala topên hawanî û hin çekên din bêne dayîn, “tevî vê yekê bi rêya şêwirmendên me em hewil didin pirsa herêmên nakok yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser bikin.”
'Em dê li Iraqê bimînin'
Berdevkê Hevpeymaniyê herweha da zanîn ku ew dê wekî Hevpeymanî li Iraqê bimînin.