Kurdistan
Ji Holandayê biryara Pêsmerge: Hêzek bo Kurdistanê tê sandin...
PeyamaKurd – Serkonsûlê Holandayê yê Hewlêrê Willem Cosijn got, ew jî wekî Almanya, Brîtanya û Amerîkayê dixwazin di bernameya çaksaziya hêzên Pêşmerge de rolekê bistînin.
Willem Cosijn ragihand ku dê ji bo pişikdariya bernameya reformên bo hêzên Pêşmerge bibin, hefteyên pêşiya me yekîneyeke leşkerî ya Holandayê were Hewlêrê.
Cosijn destnîşan kir ku Holanda jî wekî hêzên hevpeymaniyê dixwaze pişikdariya reform û perwerdehiya hêzên Pêşmerge bike.
Wê herwiha da zanîn ku li ser navê Holandayê wan daxwaziya xwe bo mijarê kiriye û gelekî bi kêfxweşî hatine pêşwazîkirin ku dê heta çend hefteyan yekîneyeke leşkerî ya Holandayê derbasî Herêma Kurdistanê bibe.