Ji HSDê daxuyaniya reva DAISiyan ji girtîgeha Hesekê: Ti kes nereviyaye, rews...
PeyamaKurd – Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Kîno Gabriyel li ser bûyera serîhildan û derxistina aloziya terorîstên DAIŞê yên girtî li girtîgeha Hesekê ragihand, ti terorîstên DAIŞê nerevîne û rewş di bin kontrola wan de ye.
Terorîstên girtî yên DAIŞê hewl dan ji ‘Girtîgeha Sîna’ ya li taxa Xiwêran a Hesekê ku bi hezaran DAIŞiyên biyanî lê girtî ne, birevin. Hêzên Antîterorê û hêzên Hevpeymana Navndewletî bi piştevaniya balafiran cihê bûyerê dorpêç kirin.
Berdevkê fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Kîno Gabriyel bi daxuyaniyeke nivîskî hurgiliyên bûyerên doh zelal kir û nûçeyên revîna hejmareke terorîstên DAIŞê ku di medyayê de hatibûn belavkirin, derew derxist.
Gabriyel got, DAIŞiyên di girtîgehê de, doh deriyên hundirîn ên girtîgehê şikandin û dîwarên di navbera odeyan de rûxandin û diyar kir: "Çeteyan qata jêrîn a girtîgehê kontrol kir."
Gabriyel da xuyakirin, Hêzên Antîterorê yên girêdayî HSDê yekser destwerdan kirin, kontrola rewşê kirin û tevliheviya ku terorîstan derxistiye, bi dawî anîn. Gabriyel da zanî, "Navend û hemû girtiyên di hundir de, hatin kontrolkirin."
Gabriyel tekez kir ku ti çeteyên DAIŞê ji girtîgehê nerevîne û got: "Em tekez dikin ku ti girtî nerevîne û rewş bi temamî di bin kontrolê de ye."
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Bûyerên bi vî awayî careke din hêza Hêzên Sûriya Demokratîk a garantiya terorên DAIŞê piştrast dike. Lê belê em diyar dikin ku pêwîstiya me bi piştgiriya civaka navneteweyî û Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê heye, da ku em parastina ewlehiya navend û kampên ku çeteyên DAIŞê û malbatên wan tê de ne, bikin."