TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji HUDA-PARê daxuyaniya qeyûman: Ne hiqûqî ye û nerast e...

Admin H
Nivîskar
📅 19 tebax 2019 22:30

PeyamaKurd – Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) li ser tayînkirina qeyûman bo şaredariyên bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê yên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê diyar kir ku tayînkirina qeyûman ne hiqûqî ye û dê kiryara qeyûmah zirarê bide baweriya bi siyasetê û hiqûqê.

Di daxuyaniya HUDA-PARê de hat ragihandin ku li şûna wesayeta ser rêveberiyên herêmî ya dewletê bê rakirin, bi qanûna 5395 a sala 2016ana a şaredariyan wesayet hatiye bihêzkirin.

HUDA-PARê da xuyakirin, her çiqas dûrxistina hilbijartiyan sala 2016an xistibin nav qanûnan jî ev yek ne hiqûqî ye û çareseriya derveyî hiqûqê jî nerast e.

Parve bike: