Ji kabîneya hikûmeta Kurdistanê daxuyanîya Rojava
PeyamaKurd - Civata Wezîran a herêma Kurdistanê îro bi seroktiya Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna û Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talabanî civiya.
Civata Wezîran piştî civînê li êrîşa artêşa Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de ragihand ku aloztirbûna rewşa bakur û rojhilatê Sûriyê derencamên nerênî wê derxe holê û tenê di çarçoveya sînorê Sûriyê de namîne.
Di daxuyaniya hikûmetê de wiha hat gotin:
"Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, amaje bi wê yekê kir, ku bi aloztirbûna rewşa bakur û rojhilatê Sûriyê, bandor û derencamên wê yên nerênî tenê di çarçoveya sînorê Sûrîyê de namîne û dibe sedema awarebûn a bi hezaran xelkê wê navçeyê û beşek ji wan dê berê xwe bidin herêma Kurdistanê. Jiber vê yekê, pêwîst e pirsgirêk di rêya danûstandin û bi awayek aştiyane werin çaresekirin, û biryarên serbazî yên tekalî, ne di berjewendiya welatiyên navçeyê de ne."