Kurdistan
Ji Kampa Holê 300 malbatên DAISê hatin berdan
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji Kampa El Holê ya li Rojavayê Kurdistanê, bi qasî 300 malbatên DAIŞê hatine berdan.
Hat zanîn ku ew malbatên DAIŞê bi kefaletê hatine berdan ku ew jî bi navbeynkariya êl û hozên ereb pêk hatiye.
Li gorî zanyariyên çavkaniyên herêmê, kesên hatine berdan vegeriyana bajarokên Baxoz, Şaafe û Sûsa yên Dêrazorê.
Beriya niha jî gelek malbatên DAIŞiyan yên ereb bi navbeynkariya eşîrên ereb hatibûn berdan.