Kurdistan
Ji Kremlînê daxuyaniya êrîsa Amerîka ya ser milîsên îranî...
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlîn Dmitriy Peskov, derbarê êrîşa asmanî ya Amerîkayê bi ser milîsên îranî yên li Sûriyê de daxuyanî da û got ku ew rewşê ji nêzîk ve dişopînin û bi hempîşeyên xwe yên sûrî tim di danûstandinê de ne.
Peskov, herwiha diyar kir ku ew jê ne agahdarin ku Amerîkayê beriya êrîşê agahî dabin û got, ev mijar di navbera leşkeran de birêve diçin.
Wezîrê Berevaniya Amerîka Llyod Austin piştî êrîşa şeva borî ku li gorî SOHRê herî kêm 22 milîsên îranî hatine kuştin got, ew êrîş bi fermana Serokê Amerîka Joe Biden û wek bersivekd bo êrîşên moşekî yên li ser hêzên hevpeymanfı li Hewlêr û Iraqê hatine kirin.
Piştî vê daxuyaniyê Wezareta Derve ya Rûsyayê jî êrîş şermezar kir û banga rêzgirtina li serweriya Sûriyê li Amerîkayê kir.