TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Kurdistanê bo Kurdistanê sefer despêdikin

Admin M
Nivîskar
📅 13 adar 2019 02:12

PeyamaKurd- Şîrketa AnadoluJet ku şaxeka Turkish Air Lines ê ye, di Newrozê de ji Diyarbekir û Entabê bo payîtext Hewlêrê seferan dide destpêkirin. Ragihandina nûçeyê ji aliyê şêwirmendiya çapemeniyê ya Turkish Air Lines ê de hat kirin.

Seferên AnadoluJetê di 21 ê adarê de destpêdikin. Rêvebirê THY İlker Avcı ragihand ku balafirgeha Îstenbolê hêz û cesaretê dide wan da ber bi hedefên xwe ve herin.

Her hefte 3 roj wê sefer bên kirin. Ji Entabê bo Hewlêrê û ji Diyarbekirê bo Hewlêrê dê bên kirin. Dager jî bi heman şêweyê dê bên kirin. Şîrket dest bi firotina bilêtan kir û bihayê wan ji 99 dolarî destpêdike.

Parve bike: