TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Leyla Zana spasnameya bo serxweşiya Mehdî Zana

Admin H
Nivîskar
📅 03 îlon 2026 19:44

PeyamaKurd - Siyasetmedara Kurd Leyla, ji bo hemû kes û aliyên ku li ser koça dawî ya Mehdî Zana hevxemiya xwe nîşan dane, serdana şînê kirine û peyam şandina spasnameyek belav kir.

Leyla Zana di spasnameyê de wiha got:

"Li dû mirovekî ne tenê bîranîn, lê şopên bêdeng ên jiyaneke jiyayî ya weqar jî dimînin.

Mirin, ji bidawîbûna jiyanê bêhtir, di hafizeya hezkiriyan de berdewamkirina wê ya bi awayekî din e.

Di van rojên zor û zehmet de, em ji dil û can spasiya wan hemû kesan dikin ku bûn şirîkên êşa me, li ba me sekinîn, bi telefon û mesajên xwe û bi serdan û hatina xwe, serxweşiyê dan me.

Di nav vê êşa giran de, dostanî û piştevaniya we, hêz û teseliyeke bêhempa da me.

Em gelek minetdarê hebûn û temeniyên we yên baş û wê desteka we ne ku ew ji sînoran bihurî.

Mala we ava be. Her hebin."

Parve bike: