TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Neçîrvan Barzanî peyama cejna Paskalyayê

Admin M
Nivîskar
📅 11 nîsan 2020 22:53

PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema cejna Mesîhiyan ya Paskalyayê (Vejîn) peyamekî belav kir û di peyama xwe de cejna Mesîhiyên Kurdistanê, Iraq û dinyayê pîroz kir. Serokê herêmê Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Bi hêviya ku ev cejn bo mirovahiyê selametî bîne û bibe sedema parastina mirovahiyê ji koronavîrusê, ji hemû derd û nexweşînan. Mixabin cejna Paskalyayê ketiye rojên ku li Kurdistanê û dinyayê bela koronavîrusê belave ye.”

Barzanî di peyama xwe de ragihand ku Kurdistan navenda çanda pêkvejiyanê ye, di navbera mîlliyet, çand û olan de lihevkirin heye û herkes dixebite da vê çanda Kurdistanê biparêze û bipêş bixe.

Barzanî ji hemwelatiyan xwest ku li malên xwe bimînin û tedbîrên li hemberê koronavûrusê cîbicîh bînin.

Parve bike: