Ji PDKê bo Lahor: Me ti kes nedît ku bersiva devpîsî û bêedebiya te bide
PeyamaKurd – Malpera Fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bersiva gotinên tawanbarkirina PDKê yên serkêşê xiyanetkarên 16ê Cotmehê Lahor Şêx Cengiyê YNKyî ku Kerkûk radest kiribû da.
PDKê bi daxuyaniyekê ragihand, “Ev du roj in em digerin kesekî bibînin ku bersiva wê bêedebiyê û zêdegaviyên te bide. Lê me ti kes nedît ku weke te bêterbiyet (bêedeb) û astnizim û devpîs be, ku bersiva te bide.”
Bersiva malpera fermî ya PDK wiha ye:
Piştî wê bêedebiyê û asta nizim a ku te diyar kir di merasîma salvegera partiya xwe de li Kerkûkê, eger tu rastiyê dixwazî, ev 2 roj in ku em digerin ku em kesekî bibîn ku bersiva wê bêedebiyê û zêdegaviyên te bide. Lê me ti kes nedît ku weke te bêterbiyet (bêedeb) û astnizim û devpîs be, ku bersiva te bide. Ev yek jî bi xwe cewher û rastî û terbiyeta te diyar dike, ku tu heya çi asteke nizim û kolewar e û tu di nava aveke genî de binav bûyî.
Malpera Partiya Demokrat a Kurdistanê
Xiyanetkarê 16ê Oktoberê Lahor di merasîma salvegera damezirandina YNKê de ew axaftin kiribû...
Heger @masrour_barzani 16-ê oktoberê "pêlavek" bixista devê mîmarê xiyaneta 16-ê oktoberê, îro ew dernediket û nedigot dê "pêlavekê" bixe devê kesên ko behsa xiyaneta 16-ê oktoberê dikin. pic.twitter.com/3emCsv5iO9
— Arif Zêrevan (@ArifZerevan) June 2, 2019