TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji PDKê hemleya bo YNKê: Wan deng neda em jî nadin!

Admin H
Nivîskar
📅 28 gulan 2019 23:23

PeyamaKurd – Di hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê ya Serokê Kurdistanê de, parlamentarên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) tevî ku rêkeftina YNKê ligel PDKê hebû jî beşdarî nekirin û deng nedan.

PDK jî li hember vê helwesta YNKê amadekariyan dike ku dema hilbijartina postên kabîneya hikûmeta Kurdistanê de  deng nede namzedên YNKê.

Berpirsê PDKê dibêjin, piştî vê helwesta YNKê ew dê rêkeftina ligel YNKê ya bo pêkanîna Hikûmeta Kurdistanê jî li ber çav derbas bikin û li gorî rewşa nû biryara xwe bidin.

Tê gotin, dê fraksiyona PDKê ku xwedî 45 kursiyên parlamenê ye piştî vê rewşa nû deng nede ti namzedî YNKê.

Polîtburoya YNKê piştî dengdana hilbijartina serok mijara Kerkûkê wekî sedema beşdarnebûnê nîşan da û da xuyakirin, “Armanca rêkeftina me bi PDKê re ew bû ku di hikûmeta nû de bi awayekî hevkar kar bikin. Herweha armanca me ya serekî ew bû ku bi  hev re pirsgirêkên xwe yên Bexdayê re çareser bikin.”

Li aliyê din endamên PDKê jî derbarê danîna parêzgerekî bo Kerkûkê ku bûye sedema neliheviyê dibêjin, “Ew her behsa Kerkûkê dikin, lê Kerkûk her wan bixwe firotiye.”

Parve bike: