Ji PYDê 3 biryarên nû: Daxwaza ENKSê hat qebûl kirin
PeyamaKurd - Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ku desthildariya Rojavayê Kurdistanê dike, vegeriya ser daxwaza ENKSê ya bêyî ruxseta Rêveberiya Xweser vekirina nivîsgehên ENKSê û partiyên beşdarên ENKSê.
Hat ragihandin ku îro 5ê Çileyê Komîteya Karûbarên Partiyên Siyasî ya Meclîsa Qanûnsaz a Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê çend biryar li ser vekirina buroyên partiyên Kurd dane.
Di daxuyaniya ku ji aliyê berpirsê PYDê Kenan Berekat hat xwendin de wiha hat gotin:
“Ji bo berjewendiyên niştimanî, pêkanîna însiyatîfa Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo rewşên baş ji bo diyalogên kurdî-kurdî were avakirin, helwestên neteweyî beramberî dozên ku ji aliyê Komîteya Karûbarên Partiyên Siyasî ve hate derxistin, ev biryar hatin dayîn.”
Biryarên Rêveberiya PYDê ev in:
1 - Hemû partiyên siyasî yên ku ruxsetên xwe ji Rêveberiya Xweser wernegirtine, dikarin buroyên xwe vekin.
2 - Divê aliyên peywendîdar li gorî naveroka biryaran tevbigerin.
3 - Biryar li ser hemû dezgehên çapemeniyê tên belavkirin û ji 5ê Çileya 2019an ve dikevin meriyetê.
Herwiha hat diyar kirin, “Biryara ku partiyên siyasî yên neruxsetkirî buroyên xwe vekin, li ser banga KNK`ê – Rojava hate dayîn da ku rewşeke baş ji bo hevdîtineke Kurdistanî li dijî gefên dewleta Tirk were avakirin û hemû tevgerên siyasî yên kurdî li Rojava yekitiya xwe ava bikin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, 14ê Cotmeha 2014an bi seroktiya Serok Mesûd Barzanî TEVDEM û ENKSê li Duhokê lihev civiyabûn û biryar dabûn, Rojavayê Kurdistanê bi hev re birêve bibin û biparêzin.
TEVDEM û PYDê rêkeftina ji aliyê xwe hilweşandibûn û rê li ber girtibûn ku ENKS bikare li Rojavayê Kurdistanê karûbarên xwe yên siyasî bimeşîne. Herwiha gelek serkirdeyên ENKSê hatibûn girtin û buroyên wan hatibûn daxistin.